شبكة لالش الاعلامية

Li Deryaya Spî keştiyek noqî avê bû: Herî kêm 100 kesan canê xwe ji dest dan

Li Deryaya Spî keştiyek noqî avê bû: Herî kêm 100 kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Koçberiyê ya Cîhanî (IOM) ragihand ku li Deryaya Spî keştiyeke koçberan noqî avê bû û di encamê de herî kêm 100 koçberan jiyana xwe ji dest dan.

Saziya sivîl a Fransî SOS ku li Deryaya Spî beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûye, ragihand: “Îro piştî lêgerîna bi dirêjahiya çend demjimêran, tirsa me ya herî mezin rast derket. Xebatkarên Ocean Viking, li bakurê rojhilatê Trablusê paşmayiyên belemeyekê dîtin. Roja çarşemê hatibû diyarkirin ku ew beleme di rewşeke xirab de ye û tê de 130 kes hene.”

Saziya SOS eşkere kir ku dema keştiya Ocean Viking gihiştiye cihê bûyerê, herî kêm 10 term dîtine û ti kesekî li jiyanê nedîtine.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku agahî gihiştiye wan, ji bilî wê belemeyê, du belemeyên din jî di rewşeke xirab de ne û ji ber ku hemahengiya ti welatekî bandordar bi wan re tune ye, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di şert û mercên gelek zehmet de têne kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş: Hêrşa Pasdaran dijî xelkê herêma kurdistanê tawaneka dijî mirovayetiyê ye

Lalish Duhok

Bingehê Laliş Tayê Başîkê kongirê xwe gêra û desteyeka nû hate halbijartin.

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî sersaxî li Şahê Urdinê kir

Lalish Duhok