شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî sersaxî li Şahê Urdinê kir

Mesrûr Barzanî sersaxî li Şahê Urdinê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya apê şahê Urdinê bi rêya telefonê sersaxî lê kir.

Mesrûr Barzanî îro ji ber koca dawî ya apê şahê Urdinê Mihemmed Bîn Telal sersaxî li şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji şahê Urdinê, malbata şahihşahiyê Haşîmî û hikûmeta Urdinê re hevxemiya xwe ragihand.

Şah Ebdullah jî ji ber telefona sersaxiyê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir

Roja Pêncşemê nûnerê taybet û apê Şah Ebdullahê Duyem, Şazade Mihemmed Bîn Telal di 80 saliya xwe de koça dawî kir. Mihemed bîn Telal li paytexta Urdinê Emanê di Cotmeha 1940 de ji dayîk bû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

25 zarok û jinên êzdî yên hatin rizgar kirin radestî encûmena Şingalê hatin kirin

Lalish Duhok

Şandek ji Rêxistina Mayan Xatûn digel Cîgirê Konsolê Brîtanî li Hewlêrê dicive.

Lalish Duhok

Bi wêne …Seredana desteya bilinda bingehê laliş bo hêzên pêşhmergey li bereyê Başîkê

Lalish Duhok