شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî cejna Remezanê li zarokên sêwî pîroz kir (vîdeo)

Serokwezîr Mesrûr Barzanî cejna Remezanê li zarokên sêwî pîroz kir (vîdeo)

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya çend pêwendiyên telefonî, cejna Remezanê li hejmarek zarokên sêwî û xizmên wan pîroz kir.

Piştî ku di meha Remezana pîroz de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di çarçoveya projeya Çavdêriya Azîzan de bi qasî 13 milyon dolar weke diyarî û eydanî bi ser zêdetirî 15 hezar zarokên sêwî de li seranserê Herêma Kurdistanê dabeş kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destxweşî li rêveberên projeya Çavdêriya Azîzan a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir, ku bi alîkariya Heyva Sor a Îmaratê û hinek sermayedarên Kurdistanê hat encamdan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêviya xwe anî ziman ku ev proje berfirehtir bibe, ku hemû zarokên sêwî û azîz, bi taybetî zarokên şehîdan li xwe bigre. Herwiha ji bilî alîkariya madî, aliyê perwerdeya zarokan jî li xwe bigre û zarok bi hizra niştimanperwerî û mirovdostî werin perwerdekirin.

Piştre Serokwezîr bi rêya çend pêwendiyên telefonî, cejna Remezanê li hejmarek zarokên sêwî û xizmên wan pîroz kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Demirtaş careke din vegeriya cem Barzanî

Lalish Duhok

Li Hesekê bi hezaran kes koçber bûn

Lalish Duhok

Grubekî çekdar hewl dide peywira rêveberiya nahyeya Başîkê bixe dest xwe

Lalish Duhok