شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Armanc ji destûrê parastina mafê hemwelatiyan e

Nêçîrvan Barzanî: Armanc ji destûrê parastina mafê hemwelatiyan e

BasNews– Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê destûra bingehîn a ji bo Herêma Kurdistanê bê amadekirin got: “Divê destûra Kurdistanê nirxên demokrasî û azadiya derbirînê biparêze”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro roja çarşemê 19ê Gulana 2021ê di konferansa taybet bi Yekrêzî û Destûrê ya Zanîngeha Kurdistan- Hewlêr de gotarek pêşkêş kir û got: “Divê destûra Herêma Kurdistanê nirxên demokrasî û azadiya derbirînê biparêze û piraniya rengên pêkhatên gelê Kurd nîşan bide.”

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de amaje bi wê yekê  destûr ji bo serdestkirina yasayê ye li Kurdistanê û ji bo parastina hemwelatiyan e, û got: “Ji bo nivîsandina Destûra Kurdistanê em dê dest bi pêngavan bikin.”

Li ser pirsa destûrîya Herêma Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî got:  “Divê destûra me  hemû pêkhatên Kurdistanê wekhev biparêze. Eger em bi hev re bin em dê bikarin hinek destkevtîyan bi dest ve bînîn” ́

Barzanî tekez kir ku Iraqê bi ti awayî piraniya bendên girêdayî mafên Herêma Kurdistanê cîbicî nekiriye û got: “Destkeftî bi yekitiyê tên bidestxistin û bi hemû partiyan serbilindim ku ne yek alî ne.

Serokê Kurdistanê bang li hemû aliyên têkildar ên hikûmetê kir  ku di dema biryardayînê de beşdar bibin û got: “Nabe di dema pirsgirêkan de ti aliyek xwe beşdar nezane û tenê xwe di dema deskevtiyan de beşdar bizane.”

Herwiha Barzanî da zanîn ku ew di wê baweriyê de ye ku xalên hevbeş li Herêma Kurdistanê ji cudahiyan zêdetir in û diyar kir “nemana fikra pişbestina çekan di kêşeyên navxweyî de pêşketineke mezin e”

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser azadiya li Herêma Kurdistanê û destnîşan kir ku hikûmet û parlamento û Serokatîya Herêma Kurdistanê pabendê prensibên azadiya derbirîn û azadiya rojnamevaniyê û got: “Vî gelî bo azadî û serxwebûnê têkoşîn kiriye û ji doza xwe venagere Ew destûra ku em dinivîsin divê  li gor rasteqîneya Kurdistanê be û ji bo hemû pêkhateyan be”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi dawî înana Xola Futbolê li kempa Kebertû

Lalish Duhok

Ji bo pitr peywendîyan sendîka kirêkarên dihokê seredana bingehê laliş kir

Lalish Duhok

Bi lez …Barzanî biryara xwe da

Lalish Duhok