شبكة لالش الاعلامية

Çekdarên DAIŞê xwe rêk dixin

Çekdarên DAIŞê xwe rêk dixin

Hewlêr (Rûdaw) – Ev demeke çekdarên DAIŞî bi rêya şaneyên razayî xwe orgenîze dikin û li dijî HSDê û hikûmeta Sûriyê dest bi çalakiyan dikin.

Çalakvanên pispor di warê rêxistinên cîhadî yên îslamî de û Çekdar û fermandarên opozisyona Sûrî ku navê “Artêşa Sûrî ya Azad” dibêjin, serîhildan û geşbûna DAIŞê li rojhilatê Sûriyê bi destê hikûmeta Sûriyê dibe, ku bi hiceta hebûna şaneyên veşartî yên vê rêxistinê hêzên hikûmetê derbasî navçeyên opozisyonê dibin.

Çekdarê opozisyonê Ebû Yezen Şamî dibêje: “Piştî mirina Ebû Bekir Bexdadî, me navê Emîr Ebdulmewla bihîst ku ew bixwe di zindanê de bû, piştre bû serkirdeyê DAIŞê, û şaneyên wan li rojhilatê Sûriyê derketin. Rejîm bixwe şaneyên DAIŞê li rojhilastê Sûriyê çêdike û dest bi êrîşan dike û bi hiceta wan derbasî navçeyeke destnîşankirî dibe, wek min got çawa Emîr Ebdulmewla zindanî bû û hat bû serkirdeyê DAIŞê.”

Herwiha fermandar û çalakvanên ser bi opozisyonê ve dibêjin, hikûmet ji civaka navdewletî û Civata Ewlekariyê re radihgîne ku ew şerê DAIŞê dike, tevî  ku Hevpeymaniya Navdewletî DAIŞ li Baxoza Dêrezorê bidawî anî û serkirdeyê wê Bexdadî kuşt, heman fermandar dibêjin, ku armanca hikûmetê bi hiceta DAIŞê tenê pîskirina navê şoreşê ye û şerê opozisyonê ye.

Fermandarê Cebheya Niştîmanî Ebû Mehmûd jî got: “Em li vê derê dijî rejîma Nuseyrî cîhadê dikin, rejîm bi rêya xeyalekî fantazî dixwaze bi navê DAIŞê wêneyê şoreşa Sûriyê xerab bike, herwiha bi hiceta şerê DAIŞê êrîşî gundan dike, tenê bo pîskirina şoreşa Sûriyê ye. Rejîm dixwaze ji cîhanê re bide naskirin ku ew şerê terorê û terorîstan dike, lê terora ku ew li nav zindanan dijî girtiyan dike veşartî ye, bi rêya terora xwe di zindanan de jin û zarokan dikuje û neynûkên mêran radike.”

Ji aliyê xwe ve, Hesen Ebû Heniye pisporê karûbarên rêxistinê cîhadî dibêje: “DAIŞê piştî Baxoz jidest da ragihand ku ew ji şerê kelasîkî derbas bûye şerê xwîrijtin û çetayetiyê, ku li Badiyeya Sûriyê dijî hêzên şerker ên xwecihî wî şerî dike.”

Ebû Heniye, herwiha tekez dike, niha DAIŞ bi rêya grûpên biçûk li navçeyên cuda û bi rêya şaneyên veşartî li bajaran kar dike. Pisporê Urdunî dide xuyakirin, ku niha DAIŞ li bendê ye wê çi li bakurê rojhilatê Sûriyê çêbibe, gelo wê Amerîka vekişe, yan dê Tirkiyê careke din êrîşî hêzên Kurdî bike. Bi nerîna Heniye di dema dawî de êrîşên DAIŞê zêde bûne û ew bi xwe plankirî ne. Di vê derbarê de çavdêrên peywendîdar tekez dikin, ku nebûna çareseriya siyasî ji krîza Sûriyê re dike ku DAIŞ geş bibe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok

ragehandina wezareta pêşmerge (Şêx Şamo) xelat kir

Lalish Duhok

 Hinek serpêkhatî, hêvî u jîana Êzîdiyen Bakurê Kurdistanê

Lalish Duhok