10 kes li Başûrê Kurdistanê bi coronayê mirin
Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 747 pêketinên nû yên vîrusa coronayê hatine tomarkirin û 10 pêketiyên vê vîrusê jî di heman demê de canê xwe ji dest dane, herwiha 853 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê îro jî amarên taybet bi vîrusa coronaya nû Covid-19 belav kir.
Li gor amarên nû, di 24 demjimêrên dawîn de 8 hezar û 851 pişkinînên coronayê hatine kirin û di encama wan pişkinînan de 260 pêketiyên nû yên vîrusa Covid-19 li Herêma Kurdistanê hatine destnîşankirin.
Di nava rojekê de 10 kes ji pêketiyên coronayê jî li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane, ku hejmara herî zêde li parêzgeha Duhokê bûye û li vê parêzgeha 4 nexweşên vê vîrusê mirine.
Li Hewlêrê 3 kes, li Silêmaniyê 1 kes, li Germiyanê 1 û li Raperînê jî 1 kes bi vîrusa Covid-19 canê xwe ji dest dane
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
