شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê 2 kesa bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 2 kesa bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 232 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 232 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 11 kes li Hewlêrê, 33 kes li Silêmaniyê û 188 kes li Duhokê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran kesekî li Silêmaniyê û kesekî li Dukokê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 483 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 183069

Mirin: 4450

Başbûn: 171551

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş: Rêsan Hesen stûneka bihêz a rewşenbîrya kurdî bû Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî bi yada wexera rewşenbîr û nivêskar Rêsan Hesen Cindî li bîrdîne. Em bi xemeka mezin û şanazîyeka mezinve yada wexera xwedê jê razî Rêsan Hesen Cindî li bîrdînin. Xwedê jê razî Rêsan Hesen, stûneka bihêz a rewşenbîrya kurdî bû û rolekî mezin hebû dinav civaka êzdîyan da, û berhemên ji hejî ji şun xweve hêlan ku xudan behayekî meznin dinav pertûkxaneya kurdîda. Em bi meznî li bîrdînîn û cihê wî behşta berîn be. Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/ Duhok 30î mijdara 2023

Lalish Duhok

Ji ber barîna baranê gelek xaniyên xelkê Şingalê hilweşiyan

Lalish Duhok

Rêzgirtin ji xebatkarên kempa Mam Reşan re

Lalish Duhok