شبكة لالش الاعلامية

Şêxan- Balafirên Tirkiyê çiyayê Xêrê bombebaran kirin

Şêxan- Balafirên Tirkiyê çiyayê Xêrê bombebaran kirin

BasNews– Îro roja yekşemê 27.06.2021ê balafirên şer ên Tirkiyê gundên ser bi navçeya Şêxanê ya Deşta Nînowayê bombebaran kirin.

Ligor zanyariyan balafirên şer ên Tirkiyê bi bahaneya hebûna baregehên çekdarên PKKê herêma navçeya Şêxan a deşta Nînowayê ku dikeve ser parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.

Herwiha li gorî medyaya Iraqê, êrîş li dijî gundên Şêxanê û çiyayê Xêrê pêk hatiye û ev yekem êrîşa balafirên Tirkiyê ye li herêma Şêxanê ku xelkê wê kurdên êzdî ne.

Cihê behsê ye ji bilî Şêxanê balafirên şer ê Tirkiyê çendin car ji ber hebûna PKKê navçeya Şingalê û dorûbera wê jî bordûman kiriye. 
Herwiha hebûna PKKê li Şingalê û li navenda bajêr metirsî li nava xelkê Şingalê jî çêkiriye û penaberên Şingalê ditirsin vegerin ser mal û halên xwe. 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Qayîmeqamê Şingalê: Bexda bo vekirina gorên komî bûdcê nade

Lalish Duhok

Rêveberê Koç û Koçberan: Aware di azadin bo zivrîna ser cih û malên xwe

Lalish Duhok

Başîk di bin kontrola pêşmerge de ye!

Lalish Duhok