شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Fînlenda li Iraqê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Fînlenda li Iraqê kir

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Fînlenda li Iraqê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Fînlenda li Iraqê, Vêsa Hakhînen kir.

Balyozê Fînlenda ku dema balyoztiya wî li Iraqê xilas bûye, ji ber hemahenî û hêsankariyên ku hikûmeta Kurdistanê bo wî kiribû, spasiya Herêma Kurdistanê kir û ragihand, welatê wî dê li ser piştevanîkirina Herêma Kurdistanê berdewam be.

Serokê hikûmeta Kurdistanê jî spasiya balyozê Fînlenda kir û di kar û erkên wî yên nû de jê re serkeftin xwast.

Di hevdîtinê de behsa hilbijartinên Iraqê, girîngiya piştevanîkirina Pêşmerge di şerê terorê de û rûbirûbûna vîrusa Koronayê jî hatin axaftin

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

WHO: Salane 1.7 milyon zarok ji ber pîsbûna jingehê dimirin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî û balyozê nû yê Amerîka li Îraqê kombûn

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê Iraqî Izet Şabender kir

Lalish Duhok