شبكة لالش الاعلامية

Firokeyeke Tirkiyê otomobîlek li Qamişlo armanc kir

Firokeyeke Tirkiyê otomobîlek li Qamişlo armanc kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke bêfirokvan (drone) ya Tirkiyê otomobîlek li gundê Hîmo yê ser bi Qamişlo ve armanc kir.

Jêderekî ji bajarê Qamişlo ji K24ê re ragihand, firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê otomobîlek li gundê Hîmo yê di navbera Qamişlo û Amûdê de armanc kir. Lê ziyanên wê êrîşê nayin zanîn.

Ev di demekê de ye, her îro jî droneyeke artêşa Tirkiyê li gundê Sofyan yê li rojhilatê Kobanê otomobîlek armanc kir, bêyî ku ti ziyanên canî hebin.

Ev çend roj in artêşa Tirkiyê êrîşên asmanî li ser deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya demokratîk (HSD) zêde kiriye. Li gor zanyariyan, di heyama 2 rojên borî de, ev êrîşa asmanî ya çarem e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Konê Reş :Di 111 Saliya Rojbûna Apo Osman Sebrî de, Girtin û Zindankirinên wî

Lalish Duhok

Peyama Bingehê Laliş bo sala nû 2023ê

Lalish Duhok

Konsulxaneyên 13 welatan ên li Herêma Kurdistanê daxwaza encamdana hilbijartinan dikin

Lalish Duhok