شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî serdana mala şêrejina sê kurên wê şehîd bûne kir

Mesrûr Barzanî serdana mala şêrejina sê kurên wê şehîd bûne kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana mala dayika her sê şehîdan, ya Serok Barzanî ew bi “şêrejin” bi nav kiriye, kir û ji nêzîk ve sersaxî li wê û malbata wê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana mala “şêrejinê”, dayika her sê şehîdên ku şeva borî di êrîşa DAIŞê de şehîd bûne kir û ji nêzîk ve sersaxî li wê û malbata wê kir.

Di vê serdana xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serexweşî li şêrejinê kir û got: Em kurê we ne û çi ji destê me bê em xizmeta te bikin.”

Di hemberê de şêrejinê got: Ez bi kurên xwe serbilind im, heta şehîd bûn berevanî kirin. Ez bi wan gelekî serbilind im. Niha sê kurên min mane, ez amade me ku ew her sê kur şehîd bibin. Ez gelekî şanazîyê bi wan dikim û dibêjim: Ey Xwedê bila giyanê kurên min yên qehreman şad be.”

Birayê her sê şehîdan şeva borî daxwaz kiribû ku Serokwezîr serdana wan bike, îro jî Serokwezîr serdana wan kir. Wî bi girî got: “Her sê birayên min li tenişt min şehîd bûn, lê heta guleya dawî min şer kir. Em hemû bi qurbanîdanê serbilind in. Heşt birayên me mane, em amade ne xwîna xwe ji bo xatirê ax û ala Kurdistanê birjînin. Pêşewa Qazî Mihemed li ser ala Kurdistanê şehîd bû û em li ser rûmet, xak û welatê xwe şehîd bûne.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

mamostayên qutabxanên birayetî supasyên xo arastey berêz nêçîrvan barzanî kirin

Lalish Duhok

Parêzgarê Dihokê bi kujmê ( 1,653,000,000) piroje li Qeza Şêxan rewaney bi cihînanê kirin.

Lalish Duhok

Nûnerê kurdên êzîdî: Bila PKK bilez ji Şingalê derkeve

Lalish Duhok