شبكة لالش الاعلامية

Baregeha Barzanî: Serok Barzanî ne li dijî wê ye Helbûsî dîsa bibe serokê parlementoya Iraqê

Baregeha Barzanî: Serok Barzanî ne li dijî wê ye Helbûsî dîsa bibe serokê parlementoya Iraqê

BasNews – Baregeha Barzanî ragehand, Serok Mesûd Barzanî ne li dijî wê ye Mihemed Helbûsî dîsa bibe serokê parlementoya Iraqê.

Berpirsê dosyeya Iraqê li Bargeha Barzanî, dr. Erefat Sitûnî li ser twîttera xwe ragehandiye, hinek malper û kanalên medyayî nûçeyeka belav kirine ku qaşo Serok Barzanî li dijî wê ye Mihemed Helbûsî dîsa bibe serokê parlementoya Iraqê.

Dr. Erefat her wiha gotiye, ew nûçe derew in û Serok Barzanî jî ne li dijî wê ye Helbûsî dîsa bibe serokê parlementoya Iraqê.

Çend roj berê Mihemed Helbûsî ku serokê Hevpeymaniya Teqedum e jî, li Selahedîn bi Serok Barzanî re hevdîtin kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Fazil Mîranî: Li şûna xirabî behsa başiyên hev bikin

Lalish Duhok

Wezareta Pêşmerge: Amerîka 200 milyon dolar dide Pêşmerge

Lalish Duhok

Zikrî Mûsa : Êzdî 2 caran Kurd in

Lalish Duhok