شبكة لالش الاعلامية

Wezîra Berevaniya Almanyayê: Bi paşeroja karê hevbeş li gel Herêma Kurdistanê geşbînim

Wezîra Berevaniya Almanyayê: Bi paşeroja karê hevbeş li gel Herêma Kurdistanê geşbînim

Hewlêr (Rûdaw) Wezîra Berevaniya Almanyayê Christine Lambrecht îro li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, wezîra almanî ragihandiye ku ji bo karê hevbeş ê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê geşbîn e.

Wezîra Berevaniya Almanyayê Christine Lambrecht êvara îro di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt Hewlêrê. Seroka Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Almanya û herwiha şandeke serbazî û dîplomatîk jî bi Christine Lambrecht re serdana Herêma Kurdistanê kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî êvara îro li ofîsa xwe pêşwazî li Wezîra Berevaniya Christine Lambrecht û şanda pê re kir.

Derbarê naveroka civînê de Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, di civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî û wezîr Christine Lambrecht Wezîra Berevaniya Almanyayê hemfikir bûn ku “şerê li dijî DAIŞê hêj bi dawî nebûye û metirsî û gefên terorê li navçeyê, metirsî û gef in bo ser aramî û istiqrara Ewropa û rojava jî.”

Li gor daxuyaniyê, di civînê de peywendiyên Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û warên hevbeşî û hevkariya navbera wan, pêşhatên herî dawî yên rûbirûbûna terorê û metirsiyên DAIŞê, pêdeçûna bi erkê hêzên Almanya li Iraqê û rewşa navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî bi boneya destbikarbûna wê wek wezîr û herwiha destbikarbûna hikûmeta nû ya Almanyayê û herwiha ji ber sala nû ya zayînî pîrozbahî li Christine Lambrecht û hêzên Almanyayê kir û serdana wê “di vê qonaxa hesas a Iraqê de giring bi nav kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya Almanyayê kir ji bo piştgirîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de û tekezî li wê yekê jî kir ku gefa DAIŞê bi dawî nebûye û nehîştina teorrê tenê di rêya leşkerî re nabe, lêbelê pêngava siyasî jî jê re pêwîst e.

Di civînê de herwiha Serokê Herêma Kurdistanê spasiya gel, hikûmet û parlamento û rol û hebûna Almanyayê li Iraqê û Herêma Kurdistanê kir bo piştgiriya siyasî, leşkerî, mirovî, hevkarî û geşedanê, bi taybetî alîkariyên mirovî bo leqwimî û qurbaniyên şer ên ji herdu pêkhateyên Êzdî û Krîstiyan.

Wezîra Berevaniya Almanyayê Christine Lambrecht jî di vê civînê de tekezî li ser berdewamiya piştgiriya welatê xwe bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, wezîr Christine Lambrecht “geşbîniya xwe bi paşeroja karê hevbeş li gel Iraqê û Herêma Kurdistanê derbirî û spas û pêzanînên Almanyayê bo rol û qurbaniyên Pêşmerge di rûbirûbûn û têkbirina DAIŞê de nîşan da.”

Di civînê de, herdu aliyan derbarê rewşa aware û penaberên li Herêma Kurdistanê, tevgerên DAIŞê li Sûriyê, rewşa Kampa Holê û çend mijarên din ên giring ji bo herdu aliyan, gotûbêj kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bîrên avê li çiyayê Şingalê dikole

Lalish Duhok

Helbûsî cejna Cemayê li Êzdiyan pîroz dike

Lalish Duhok

Desteyeka nû bo nivîsîngeha Laliş Xetarê Dû hate halbijartin.

Lalish Duhok