شبكة لالش الاعلامية

Mehma Xelîl: PKKê Şingal kiriye meydana şer ligel Tirkiyê

Mehma Xelîl: PKKê Şingal kiriye meydana şer ligel Tirkiyê  

BasNews– Parlementerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlementoya Iraqê dibêje PKKê Şingal kiriye meydana şerê xwe yê ligel Tirkiyê.

Parlementer Mehma Xelîl di hevpeyvînekê de ligel BasNewsê got: ”Ya ku em jê ditirsiyan li Şingalê pêk were aniha pêk tê. Şerê PKKê û Tirkiyê êdî hatiya nava Şingalê û roj nîne balafirên şer ê Tirkiyê li Şingalê baragehên PKKê bordûman nakin û serkirdeyên wan nakin armanc. ‘’

Herwiha Mehma Xelîl dibêje PKK hemû hewla xwe dide şerê xwe yê ligel Tirkiyê bîne Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî bîne Şingalê. Xelîl amaje bi wê yekê jî dike xelkê sivîl ê Şingalê bûne qurbanîyên şerê PKKê û Tirkiyê û cihê metirsiyê ye ku şerê PKKê û Tirkiyê li Şingalê berfirehtir bibe.

Xelîl di berdewamiyê jî de dibêje, PKKê li nava kolanên Şingalê baregehên xwe avakirine û xelkê sivîl ê Şingalê jî weke mertala mirovî bikartîne û xelkê  hejar ê Şinngalê bi armanca çekdarkirinê pileyên serbazî li wan datîne û wan ji bo planên xwe yên serbazî dide kuştin.

Derbarê rageşiya PKKê û artêşa Iraqê jî li Şingalê Mehma Xelîl dibêje dûr nîne PKK şer li dijî artêşa Iraqê jî bike ji bo malwêrankirina xelkê Iraqê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

700 xwendevanên Êzidî bo zanîngehên Kurdistanê veguhastin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî pêşwaziyê li tîmên hawarhatinê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Lalish Duhok

300 Xêzan û qutabyên awarên şingalê harikaryên darayî ji bingehê laliş wergirtin 

Lalish Duhok