شبكة لالش الاعلامية

Lavrov: Şerê cîhanê yê sêyem dê şerê atomî be

Lavrov: Şerê cîhanê yê sêyem dê şerê atomî be

BasNews – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir: “Em ê nehêlin Ukrayna çekên atomî bidest bixe. Şerê Cîhanî yê Sêyem dê atomî û wêranker bibe.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja yekşemê biryar dabû ku Wezareta Berevaniyê hêzên xwe yên atomî têxe amadebeşiyê.

Di heftemîn roja êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di derbarê mijarê de daxuyanî da.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji ajansa TASS a Rûsyayê re axivî û got “Em ê rê nedin ku Ukrayna çekên atomî bidest bixe. Şerê Cîhanî yê Sêyem dê atomî û wêranker bibe.”

Li aliyê din Lavrov hebûna çekên atomî yên Amerîkayê li welatên Ewropayê rexne kir û got: “Hebûna çekên atomî yên Amerîkayê li hinek welatên Ewropayê ji bo Rûsyayê nayê qebûlkirin. Diviyabû ev çek ji zû de bo Amerîkayê bihatana vegerandin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî biryara Parlamentoya Almanya ya naskirina jenosîda Êzidiyan bilind dinirxîne

Lalish Duhok

Bingehê Laliş: hîvîxwazin sala xêr û xoşyê bit bo hemû pêkhatên gelê Kurdistanê

Lalish Duhok

Parlamentoya Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir

Lalish Duhok