شبكة لالش الاعلامية

Desteya mafên mirov ya Kurdistanê: Bila PKK dest ji karên xwe yên dijmirovî berde

Desteya mafên mirov ya Kurdistanê: Bila PKK dest ji karên xwe yên dijmirovî berde

BasNews – Desteya mafên mirov ya Kurdistanê kuştina sivîlan ji aliyê PKKê ve bi tundî şermezar kir û daxwaz jê kir wan kiryarên xwe yên dijmirovî bide sekinandin.

Desteya mafên mirov ya Kurdistanê li ser êrişa duhî ya PKKê li dijî gundekî devera Amêdiyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di êrişa PKKê de du zarok şehîd bûn û yek jî birîndar bû. Ew bi tundî wê êrişa li ser xelkê sivîl şermezar û riswa dikin.

Desteya mafên mirov her wiha bang li PKKê kiriye, dest ji wan karên dijmirovî berde û rêzê li serweriya Kurdistanê bigire û êdî xaka Herêma Kurdistanê bo armancên xwe yên xirab bikar nehîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Heyder Şeşo: Çekdarên Heşda Şeibî zilmê li xelkê Şingalê dikin

Lalish Duhok

Lêkolînvanê Aborî: Pirsgirêka Bexdayê li gel şandina nefta Herêma Kurdistanê ya bi rêya bendera Ceyhanê ve tine

Lalish Duhok

Malbatên rizgarbuyên destê DAIŞ ji Bingehê LalIş alîkariyê distînin

Lalish Duhok