شبكة لالش الاعلامية

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Enqerê ye

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Enqerê ye

Hewlêr (K24) – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta civîna ligel rayedarên Tirkiyê gihîşte Enqerê.

Nûçegihanê K24ê yê li Enqerê ragihand, şanda Herêma Kurdistanê ji Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebah, Wezîrê Bazirganî Kemal Muslîm, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher û Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî pêk tê.

Biryar e îro civînên şanda Herêma Kurdistanê ligel rayedarên bilind ên Tirkiyê dest pê bikin.

Mijarên weke pêşxistina pêwendiyên aborî, bazirganî, asayîşa sînor, hêsankariya zêdetir ji bo hatûçûna welatiyan, ji mijarên herî diyar ên girîngiya şanda Herêma Kurdistanê ne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şemo Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş jiyana xwe ji dest da

Lalish Duhok

Li roja pêncşebê Yekîtî û Goran dê guhertinê di parêzgarê Silêmanîyê da bike

Lalish Duhok

DAIŞê dû hezar hemwelatiyên Minbicê desteser kirine

Lalish Duhok