شبكة لالش الاعلامية

Tenduristiya Hewlêrê: Ti kes bi Kolêrayê neketiye

Tenduristiya Hewlêrê: Ti kes bi Kolêrayê neketiye

BasNews – Tenduristiya Hewlêrê ragehand, li parêzgeha Hewlêrê ti kes bi nexweşiya Kolêra neketiye.

Berpirsê tenduristiya Hewlêrê, dr. Dilovan Mihemed ji BasNewsê re got, me bo rûbirûbûna nexweşiya Kolêrayê komîteyek pêk aniye. Em çavdêrî û dûvçûnê dikin.

Dr. Dilovan Mihemed her wiha got, 3-4 kes dihatin gumankirin ku bi nexweşiya Kolêra ketine lê têst û tehlîlên wan negatîf derketin, ji ber wê jî heta niha li parêzgeha Hewlêrê ti kes bi wê nexweşiyê neketiye.

Tê gotin ku li zarokek li Hewlêrê bi Kolêrayê miriye. Li ser vê jî, dr. Dilovan Mihemed got, nexêr ew zarok bi Kolêrayê nemiriye. Di werza havînê de zarok ji ber germayê nexweş dikevin û îshal dibin. Ev jî ji ber çêşîtek vîrus e lê vîrusa Kolêrayê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi video…Li ber Koşka Spî çalakiya Şingalê

Lalish Duhok

Pertûkên pirî zengîn ji weşanên Bingehê Laliş

Lalish Duhok

Hikûmeta Kurdistanê 5 milyon dolar ji bo rizgarkirina kurdên êzidî xerc kiriye

Lalish Duhok