Bi amadebûna Mesrûr Barzanî ve zengila sala nû ya perwerdê lêket
BasNews – Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve sala nû ya xwendinê destpê kir û zengila destpêkê ya sala nû ya xwandinê lêket.
Îro 13.09.2022yê demjimêr 08:00 serê sibehê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr barzanî ve zengila destpêkirina sala nû ya xwendinê ya 2022 – 2023yê li Dibistana Eylûl a qeza Berdereşê zengil hat lêdan.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li wê dibistanê gotar û peyvek pêşkeş kir û ragehand: ‘’Bi navê xwedayê mezin û mîhreban. Ez gelek spasiya birêz wezîr dikim. Spasiya rêveber, mamosta û xwandevanên Dibistana Eylûl a qeza Berdereşê dikim. Îro ez keyfxweşim li vê derê amademe ji bo destpêka sala nû ya xwendinê li Kurdistanê.’’
Herwaha got, ez spasiya yek bi yek hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û mamostayan dikim, ji ber berxwedaniya wan a ji bo derbas kirina krîzan.
Mesrûr Barzanî got: ‘’Em dixwazin welat û aboriyekî me hebe ku derfetekî kar ava bike, ne tenê debara jiyanê dabîn bike.’’
Herwaha got: ‘’Pêwîste hûn ji her tiştekî zêdetir, xwedî heskirina welat bin. Herwaha heskirina we ji bo xwezaya xweşik a welatê me hebe, ji bo pêkvejiyana olî û rêzgirtina li yek û ji bo pêkvejiyana netewî hebe.’’
Serokê Hikûmetê got: ‘’Piştî derbas kirina krîzan, tişta ji destê me bê ji bo mamosta, xwandevan û hemwelatiyan jî em kêm nakin.’’
00CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
