شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Pêkvejiyan bûye ferhenga hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê

Serok Barzanî: Pêkvejiyan bûye ferhenga hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê

BasNews– Serok Barzanî di merasîma vekirina Dêra Rojhilat a Aşûrî de ragihand, pêkvejiyan li Herêma Kurdistanê, bêyî ciyawazî bûye ferheng ji aliyê hemû pêkhateyên olî û netewî yên Herêma Kurdistanê ve.

Îro duşemê 12ê Îlona 2022yan, Serok Mesûd Barzanî beşdarî merasîma vekirina Dêra Rojhilat a Aşûrî ya li bajarê Hewlêrê bû û pîrozbahiya vekirina wê dêrê li Aşûrî û Mesîhiyên Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî diyar kir, vekirina vê dêrê, nîşaneya pêwendiyên dîrokî ye ku 100 sal berê di navbera herdu şehîd Şêx Ebduselam Barzanî û Keşe Mar Şemûn de çêbûye, ku di wê serdemê de bingeha pêkvejiyan û biratiyê li Herêma Kurdistanê danîne.

Serok Barzanî got: “Ji vê yekê ciwantir û xweştir tune ye ku di welatekî de her kes weke bira bi hev re bijîn, tiştê girîng ew e ku em hemû Xwedaperest bin, cihê fexr û şanaziyê ye, ev ferheng bûye ferhenga hemû xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên olî û netewî û mezhebî, divê em li ser vê ferhengê berdewam bin.”

Herwiha Serok Barzanî tekezî li ser berdewambûna li piştevaniya hemû xelkê Herêma Kurdistanê bêyî ciyawaziya olî, netewî û mezhebî kir û got: “Ev welat welatê me hemûyan e, divê em hemû bi hev re bi biratî û serbilindî û azadî tê de bijîn.”

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mihemed Şiya Sûdanî: Neft bê şandin an neyê şandin, mûçeyê Herêma Kurdistanê emê bişînin

Lalish Duhok

Dayikeke Êzidî: Kurê min ji Facebooka çekdarekî DAIŞê xwe gihand min

Lalish Duhok

Li Kafeya Zembûlê tenê jin kar dikin

Lalish Duhok