شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê kir

BasNews– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 14ê Îlonê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Rûsya yê li Herêma Kurdistanê Maksîm Rubîn kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest.

Konsulê Giştî yê Rûsyayê daxwaza welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Herwiha Rewşa giştî ya Iraqê û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê, mijareke din a gotûbêjê bû.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li komelgeha Şarya workşopek li dor nehêlan û destdrêjiya cênderî hat sazkirin

Lalish Duhok

Laliş Şingal selikên xwarinê li Xankê belav dike

Lalish Duhok

Endamekî encumena Şingalê: Li devera Şingalê çete derketine!

Lalish Duhok