شبكة لالش الاعلامية

Şandekê qutabiyan ji zankoyên welatê Elmanya seredana peristgeha Laliş kir.

Şandekê qutabiyan ji zankoyên welatê Elmanya seredana peristgeha Laliş kir.

Tora Laliş ya ragehandinê.

Bi merema wergirtina zanyariyan û têkel bûn digel êzidyan , Li rêkeftî 17î îylula 2022ê şandekَê qutabiyan ji zankoyên elmَanya seredana peristgeha pîroza Laliş kirin û hatine pêşwazîkirin ji layê berpirsê nivîsîngeha Laliş ve.

Şandê navbrî jî jimareka qutabiyên zankoyên elmanya bi serokatiya (Mîro)yê nevyê hozanvanê kurdê bernyas (Cegerxûn) pêkdihatin û bi bawerya berpirsê nivîsîngeha Laliş (Luqman sulêman) geryanek li nava hindurê peristgeha Laliş dan.

Berpirsê nivîsîngeha Laliş di demê geryanê da digel şandê navbrî ew rê û resmên nava peristgehê dihêne gêran şirove u ravekirin digel çend ronkirnan li dor  çendîn hêma û neqşên balkêşên nava peristgehê da înan ziman .

Cihê amajepêkirinê ye hatina şand û kesayetyên biyanî bo peristgeha Laliş pêxemet haydarî şwînwar u dîrok u dêrînya wê bi terzekî berdewam dihên.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Gringîya(Kum û Xerqe) di ola Êzidiyan da hate behiskirin

Lalish Duhok

Filmek li ser karesata Şingalê di be yê yekemîn di fîstevalek sînemayî yê nîvdewletî da li Duhokê

Lalish Duhok

Keçeka êzîdî: Terorîstên DAIŞê digotin hûn kafir in em nan nadin we!

Lalish Duhok