شبكة لالش الاعلامية

Şandekî pişka peywendiyan li desteya bilinda bingehê laliş seredana wezareta ewqaf û karubarên aynî kir.

Şandekî pişka peywendiyan li desteya bilinda bingehê laliş seredana wezareta ewqaf û karubarên aynî kir.

Tora Laliş ya ragehandinê.

Bi merema dirustkirina hemahengî û bihêzkirina peywendîyên sazya laliş digel dam û dezgehên hikumî li herêma Kurdistanê , Îro rêkeftî 27î îylula 2022ê şandekî ji pişkeka pewendyan li desteya bilinda bingehê laliş seredana rêveberya giştî ya karubarên êzidyan li hewlêrê kir , Paşan digel heryek ji (S’ud Misto ) rêveberê giştî yê karubarên êzidyan li wezareta ewqafê û (Ce’fer Simo) rêveberê rêveberya kar û barên êzidyan li  Dihokê seredana wezareta ewqaf û karubarên aynî kir li hewlêra paytext û çav vêkeftinek digel (D.Piştîwan Sadiq)wezîrê wezareta nafhatî encamdan .

 Faris kitî berpirsê pişka peywendyan bo tora laliş ragehand : Armanc ji seredanê dirustkirina hemahengiyê û hevkarîyê dinavbera wezareta ewqaf û karubarên aynî û sazya laliş da di çarçovê plana sitratîjî ya desteya bilinda bingehê laliş darêjtî bo sê salên dahatî.

Ew çende jî ronkir ku di dan û standinanda digel cenabê wezîrî pirsa piştevanî û hebûna peywendyên berdewam di navebera herdû alyanda hate gotubêjkirin , Amaje bi wê yekê jî kir dirust kirina pewendiyên mukim û hemahengiyeka berdewam û piştevanî li bizav û çalakyên bingehê laliş di rêya rêveberya giştî ya karubarên êzidyan li wezaretê babetên dîtirên evro bûn ku hatîne behiskirin digel wezîrê ewqaf û karubarên aynî li dîwana wezaretê .

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şarya.. sazkirina wrkşopekê li dor bihêzkirina şiyanên kiçan

Lalish Duhok

Gotarek li ser serkirdayetiya jinan tê li darxistin.

Lalish Duhok

Bi dehan malbatên êzîdî yên Efrînê koçberî Herêma Kurdistanê bûne (Vîdeo)

Lalish Duhok