شبكة لالش الاعلامية

Serokê Êketiya Nivîserên Kurdistana Sûrya seredana desteya bilinda bingehê laliş kir.

Serokê Êketiya Nivîserên Kurdistana Sûrya seredana desteya bilinda bingehê laliş kir.

Tora laliş ya ragehandinê.

Îro roja sê şembûyê rêkeftî 27î meha îylula 2022ê bi merema pîrozbahî û hemahengiyê , Serokê êketiya nivîserên kurd li Kurdistana Surya digel şandekî seredana desteya bilinda bingehê laliş yê rewşenbîrî û kumelatî kirin li parêzgeha Dihokê û ji layê serok û cêgir û endamên desteya bilind ve hatine pêşwazîkirin.

Bi helkefta helbijartina desteya nû bo sazya laliş , Serokê êketya nivîserên kurdistana sûrya û şandê digel da pîrozbahî arasteyî serok û endamên desteya bilinda bingehê laliş yê rewşenbîrî û civakî kirin.

Herweha pirsa hemahengiyê di biyavê nivîsînê û xurtkirina peywendiyan di karî da li dahatî hatine gutebêjkirin di navbera herdû alyanda, Dîsan herdû alyan çend babet û hizrubîr alugorkirin li dor pirsên cuda

ji layê xweve (Se’îd Cirdo ) serokê desteya bilinda bingehê laliş sopasya seredana şandê nafhatî kir û xoşhaliya sazya laliş îna ziman , Û da zanîn ku bingehê laliş di xizmeta çand û kelturî û civakî daye û li pênavê vê çendê meşa xwe di domîne .

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Hîndîstanê kir

Lalish Duhok

57 rojnamevanên Şingalê li bingehê laliş hatne xelatkirin

Lalish Duhok

Barzanî li Bexdayê got: Serxwebûn mafê me ye!

Lalish Duhok