شبكة لالش الاعلامية

Firokeyên şer ên Tirkiyê çiyayê Şingalê kirin armanc

Firokeyên şer ên Tirkiyê çiyayê Şingalê kirin armanc

Hewlêr (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê, baregeha Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li çiyayê Şingalê kirin armanc. Kuştî û birîndar hene.

Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îşev 6ê Cotmeha 2022yan, di demjimêr 21:30 xulekan de, firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê li çiyayê Şingalê baregeha çekdarên YBŞê kirin armanc û ji ber wê, ziyanên canî hene.

Roja 23ê Îlona 2022yan jî, firokeyên şer ên Tirkiyê baregeheke çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li nahiya Gir Izêr a ser bi Şingalê kiribûn armanc.

Ji ber bombebaranê ziyaneke mezin li baregehê ketibû, lê ji aliyê YBŞê ve derbarê ziyanên canî û maddî de ti zanyarî nehatibûn belavkirin.

Ev ne cara yekem e ku firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên çekdarên YBŞê li navçeya Şingalê bombebaran dikin û çend carên din jî serkirdeyên YBŞê li navçeyê hatine armanckirin.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş tayê Sinûnê qaremanya Volîbolê li Şingalê bi dawî anî

Lalish Duhok

Bingehê Laliş tayê Baedrê 80 jin xelatkirin

Lalish Duhok

Şêx Şamo : Sersaxî bona wefata kesatiyê navdar Mîrza Çolo Siloyan.

Lalish Duhok