شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî bi helkefta 70 saliya damezrandina Yekîtiya Jinan peyamek belav kir

Serok Barzanî bi helkefta 70 saliya damezrandina Yekîtiya Jinan peyamek belav kir  

BasNews– Serok Mesûd Barzanî bi boneya 70 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek belav kir û tê de ragihand: ‘’Yekîtiya Jinên Kurdistanê yek ji girîngtirîn destkeftên şoreşa mezin a Îlonê ye.’’

Serok Barzanî bi boneya 70 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek belav kir û spasiya hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û hemû jinên Kurdistanê kir.

Di peyama xwe de Serok Barzanî got:

“Yekîtiya Jinên Kurdistanê yek ji girîngtirîn destkeftên Şoreşa Mezin a Eylûlê ye û ji bo perwerdekirin û hişyarkirina jinên Kurdistanê û berfirehkirina beşdariya wê di jiyana siyasî û têkoşîna gelê Kurd de bû amûreke girîng û bi bandor. Di vê qonaxê de erkê we di warê hişyariya netewî, perwerdekirina jinan û parastina mafên medenî û siyasî yên jinan de gelek giringe. doza gelê me û parastina maf û daxwazên jinan, ji we re serkeftinê dixwazim.”

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezareta Tendirustiya: 11 kesên din bi Koronayê mirine

Lalish Duhok

Berhevîyên gêrana Cemaya Şerfedîn dêne kirin”

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 7 hezar dibistan, nêzîkî 2 milyon xwendekar û 126 hezar mamoste hene

Lalish Duhok