شبكة لالش الاعلامية

Li Duhokê navçeyeke nû ya pîşesaziyê tê vekirin

Li Duhokê navçeyeke nû ya pîşesaziyê tê vekirin

BasNews – Li bajarê Duhokê navçeyeke nû ya pîşesaziyê ya otomobîlan tê vekirin û li cihê navçeya berê ya pîşesaziyê jî, baxçeyekî mezin tê dirustkirin.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, navçeya nû ya pîşesaziyê ya Duhokê li ser rûberê 300 donim, bi qasî 62 milyon Dolaran, di warê cîbicîkirinê de ye.

Derbarê naveroka projeyê de, Fermangeha Medya û Zanyarî eşkere kir, navçeya nû ya pîşesaziyê ya Duhokê ku ji pênc navçeyan pêk hatiye, dê bibe projeyeke hevçerx û pêşketî ya deverê û dikeve derwazeyê rojavayê bajarê Duhokê.

Ji aliyê xwe ve, Dilovan Berekat, xwediyê kompaniya cîbicîkar a vê projeyê ragihand, hemû pêwîstiyên ji bo ewên di projeyê de dixebitin an jî serdana navçeya nû ya pîşesaziyê ya Duhokê dikin, hatine dabînkirin.

Dilovam Berekat diyar kir, ji pênc navçeyên projeyê, sê navçe temam bûne, ku 2 hezar û 278 dikan bi rûberên cuda li xwe digre û xebatên li du navçeyên din jî didomin.

Derbarê navçeya berê ya pîşesaziyê ya Duhokê de jî, ku dikeve derwazeyê rojhilatê bajêr, xwediyê kompaniya cîbicîkar eşkere kir, li cihê berê yê pîşesaziyê, baxçeyekî giştî têdirustkirin, ev jî ji bo zêdekirina keskahiya li navçeyê û bexşîna sîmayeke ciwan bo derwazeyê rojhilatê Duhokê.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Sîrwan Barzanî: Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li Sergeran operasyonek hevbeş pêk anîn

Lalish Duhok

Serokê hikûmetê 800 milyon dînar bo rûbirûbûna nexweşiya Kolêra li Silêmaniyê terxan kir  

Lalish Duhok

Cejna Newrozê ye Serê nû Salê ye

Lalish Duhok