شبكة لالش الاعلامية

Rapora Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî derbarê alîkariyên ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê

Rapora Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî derbarê alîkariyên ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (K24) – Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji roja destpêkê ya erdhejê ve, yekser dest bi gihandina alîkariya bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kiriye, herwiha yekemîn dezgeha xêrxwaziyê bûye ku alîkarî gihandine Efrînê.

Li gor rapora nehem a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, alîkariyên ji 10 beşên cuda pêşkêş dike û li herdu welatên Tirkiye û Sûriyê dabeşkirina alîkariyan berdewam e.

Di raporê de hatiye eşkerekirin, heta niha ji bilî sobe, betanî, xurekên bilez, alîkariyên bijîşkî, cilûberg, şîrê zarokan, ava vexwarinê, amûrên avahîsaziyê û xureka hişk, dezgehê 27 hezar û 900 danên xwarina amadekirî û 2 hezar û 537 kon belav kirine.

Roja 6ê Sibata 2023an, piştî çend demjimêrek ji rûdana erdhejê, li jêr rênimayên Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezrîner yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, tîmên rizgarkirinê yên saziyê û karwanên hawarçûnê ji bo alîkariya ziyandîtiyên erdhejê, ber bi Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi rê ketin, piştre jî çûn Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kesayetyekê navdar supasya bingehê laliş di ke ji bo çap kirina pertoka karesata Şingalê

Lalish Duhok

Helbijartinên nivîsîngehên Bingehê Laliş tayê Şingal bi serkeftyane hatine encamdan

Lalish Duhok

Daişê nave xwekujê teqîna Hesekê belav kir

Lalish Duhok