شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî projeyekî giring û nû ragehand

Mesrûr Barzanî projeyekî giring û nû ragehand

BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yekem portala vîzeya elektronîkî li Herêma Kurdistanê ragihand, ku ev yek beşek ji bernameya hikûmetê ya di warê dîjîtalkirina xizmetên giştî de ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twîteke xwe de ragihand, biryar e elektronîkirina karûbarên hikûmetê heta dawiya sala 2025an temam bibe.

Mesrûr Barzanî di vîdyoyekê de ku li hejmara xwe ya fermî ya “Twitter” belav kiriye, got: Di çarçoveya xizmetên hikûmetê de, me niha projeya E-Vîza (vîzeya elektronîkî) da destpêkirin.

Derbarê armanca damezirandina vê projeyê de, Mesrûr Barzanî eşkere kir ku ev proje dê alîkariya hemû wan kesan bike ku dixwazin ji bo geştiyariyê yan jî veberhênanê serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, bi rêya vê projeyê, kesên ku dixwazin serdana Herêma Kurdistanê bikin, dê di demeke kurt de vîzeya xwe bistînin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keça Kurda Êzidî: DAIŞê keç û jin dikirin 3 lîste û difirotin

Lalish Duhok

Barzanî li ser rewşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Lalish Duhok

Simînarek li dor kêşeyên dirunî û saxlemîyê ya keç û jinên ji dest Da’ş hatin rzgar kirin tê saz kirin

Lalish Duhok