شبكة لالش الاعلامية

Li sînorê Zaxo bendavek tê ava kirin

Li sînorê Zaxo bendavek tê ava kirin

BasNews – Ji bo gehandina xizmetguzariyên zêdetir ji cotkarên sînorê îdareya serbixwe ya Zaxo, xîm û kevirê bingehîn ê çêkirina bendavekî hate danîn.

Koordînatorê îdareya serbixwe ya Zaxo Guhdar Şêxo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em li îdareya serbixwe ya Zaxo bê cudayî giringiyê ji hemû sektoran re didin û li sînorê me xîm û kevirê bingehîn ê çêkirina bendavekî hatiye danîn, ku ew bendav xizmetekî baş pêşkeşî cotkarên deverê bike.’’

Herwaha got: ‘’Bendava Zêwk Sindî li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxo bi 454 milyon dînaran ve dê bê çêkirin û şîrketa Rasîzan dê çêbike û ev bendav bê çêkirin dê xizmetekî mezin bigehîne sektora çandiniya navçeyê.’’

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nasnameya 41 rufatên cînosayda gundê Koço yê Şingalê eşkere bû

Lalish Duhok

Sûdanî li ser Komkujiya Şengalê: Welat û aliyên dev ji vê sûcê “xayînkar” ve bûn

Lalish Duhok

Honermend Rojîn wê harîkarya rizgarbuyên Êzidî bi ke

Lalish Duhok