شبكة لالش الاعلامية

Kazimî: Piştî darve kirina Sedam, termê wî nêzîk mala Malikî hate avêtin

Kazimî: Piştî darve kirina Sedam, termê wî nêzîk mala Malikî hate avêtin

BasNews – Îro 12.03.2023yê Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî cara yekem aşkera kir, ku piştî darvekirina dîktatorê Iraqê Sedam Husên, termê wî nêzîkî mala serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ya li navçeya Kesk a Bexdayê hatiye avêtin.

Kazimî di daxuyaniya ji bo rojnameya Şerqul Ewset a erebî de amaje bi wê yekê jî kir ku piştî Malikî ew tişte zaniye, bi rêya parastvanên xwe ve termê Sedam Husên ji bo şêxê eşîreta Neda şandiye, ku ew eşîr eşîreta Sedam Husên e, ji bo wê eşîrê dişîne ku bibin li cîhekî veşêrin.

Kazimî di daxuyaniya xwe de bersiva wan pirsan neda, ka ji bo çi armancekî termê Sedam Husên li nêzîk mala Malikî hatiye avêtin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

berpirsê leqa şeş balîozê berî yê Îraqê li Vîena seredana perstgeha pîroza laliş kir

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî di cejna Çarşema Sor de çi dikin?

Lalish Duhok

Serxweşîya RIATAZA û FNDK bo wefata Keremê Seyad

Lalish Duhok