شبكة لالش الاعلامية

Peyva Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş li ser gorê Barzanî.

Peyva Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş li ser gorê Barzanî.

Tora Laliş/ Duhok-Barzan

Di seredana xwe ya îro ya desteya Bilinda Bingehê Laliş jibo gorê Barzanyê nemir û Edrîs Barzanî da Serokê Desteya Bilinda Bingehê‌ Laliş peyvek pêşkeşî cemawerê hazir buy kir û diyarkir, Bingehê‌ Laliş bi tayên xweve her sal seredana mezargehê‌ nemran krîne,wek rêzgrtin bo qurbanîdana gelê‌ kurd bi giştî û serwerê‌ wan yê‌ mezin xudê‌ jê‌ razî”Mustefa Barzanî ” û” Edrîs Barzanî”.

Serokê Bingehê Laliş di peyva xo da tîşk xiste ser dîrok û şoreşên Barzanî û gelê‌ Kurdistanê‌ û behs li rolê Mela Mustefa Barzanî û Edrîsê ciwane merg kir û dyarkir navhatiyan rolekê mezin di berxudana gelê Kurdistanê da hebûye û ji dû serkirdên mezinên gelê mene , paşî behsê rolê‌ Êzdiyan di şoreşan da û qurbanîdana pêşkêşkirin di bizavên rizgarîxwazên kurdî yên li dûvyek di çerxên borî da kir.

Di pişkeka dî ya peyva xo da Serokê Bingehê Laliş got:Di xwazim ev rojên wesan di pîroz bibin egerê desteberkirina mafên Kurdên Êzidî û azadbûna girtiyan.

Li dawyê jî got şandê Bingehê Laliş dûbare soz û peymana xwe li ser rêbaza pîroza Barzaniyê nemir û Edrîs Barzanî nûkirin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keça Êzdî piştî heft salan gihîşt malbata xwe

Lalish Duhok

Hunermendeka Êzidî dê bi gelek zimanêt Cîhanî Sitrana bêje.

Lalish Duhok

‘Bersiva Bexdayê bo referandomê erênî ye’

Lalish Duhok