شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Mistefa Amêdî wefadarê rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê bû

Serok Barzanî: Mistefa Amêdî wefadarê rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê bû

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî sersaxiyê li malbata Mistefa Amêdî dike û amaje bi wê yekê dike ku “Mistefa Amêdî şoreşgêr û qehreman û hilgirê medalya Barzanî û wefadarê rêbaza kurdayetî û niştimanperweriyê bû”.

Îro roja Duşemê 3ê Nîsana 2023an, Serok Barzanî bi boneya koça dawî ya Pêşmergeyê herdû şoreşên Eylûl û Gulanê peyameke sersaxiyê belav kir û ragihand: “Serexoşiyê li binemale û xizm û kesûkarên Xwedê jê razî û hemî xebargêr û Pêşmergeyên Kurdistanê dikim û xwe bi hevpişkê xema wan dizanim.”

Serok Barzanî destnîşan kir: “Mistefa Amêdî şoreşgêr û qehreman û hilgirê medalya Barzanî û wefadarê rêbaza kurdayetî û niştimanperweriyê bû û jiyana xwe pêxemet doza miletê xwe terxan kir û nimûnê mêrxasî û mandînenasiyê bû û jidestdana wî xusareteka mezin e.”

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xem û kovaneka mezin ve xeberê wexera dûmahiyê ya têkoşer û xebatgêrê gelê me û Pêşmergeyê herdû şoreşên Eylûl û Gulanê Mistefa Husên Mihemed Amêdî nasyar bi midîr geheşte min.

Mistefa Amêdî şoreşgêr û qehreman û hilgirê medalya Barzanî û wefadarê rêbaza kurdayetî û niştimanperweriyê bû û jiyana xwe pêxemet doza miletê xwe terxan kir û nimûnê mêrxasî û mandînenasiyê bû û jidestdana wî xusareteka mezin e.

Serexoşiyê li binemale û xizm û kesûkarên Xwedê jê razî û hemî xebargêr û Pêşmergeyên Kurdistanê dikim û xwe bi hevpişkê xema wan dizanim.

Daxwaza min ji Xwedayê mezin ew ruhê Xwedê jê razî Mistefa Amêdî bi beheşta berîn şad bike û sebr û deharê bide her kesî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin bal wî)

Mesûd Barzanî

3ê Nîsana 2023

C|H

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kempa Şarya bi blokan dê were avakirin

Lalish Duhok

Kodetaya Tirkîyê bihayê petrolê bi rêjeya ji sedî 1.5 bilind kir

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Divê di zûtirîn dem de tola şehîdan bê hildan

Lalish Duhok