شبكة لالش الاعلامية

Ukrayna 200,000 leşkeran ji bo êrîşan amade dike

Ukrayna 200,000 leşkeran ji bo êrîşan amade dike  

BasNews– Damezrîner û fermandarê hêzên Wagner dibêje, Ukrayna 200,000 leşker ji bo êrîşeke dijber amade kiriye.

Damezrîner û fermandarê hêzên Wagner Evgeny Prigozhin, ku niha li kêleka hêzên Rûsyayê şer dikin got: “Divê em dijminê xwe û gefên wî biçûk nebînin.”

Fermandarê hêzên Wagner dibêje, Ukrayna xwe ji bo êrîşeke dijber amade dike, Ukrayna 200,000 leşker amade kiriye, li gorî hin çavkaniyan, ev hejmar gelek zêdetir e û digihîje 400,000.

Prigozhin got, “Hejmara mezin a leşkerên Ukraynayê û amadekariyên wan ên ji bo êrîşeke dijber nayên piçûkxistin.”

Berî niha Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky soz dabû ku tevahiya axa welatê xwe azad bike, lê nexwest hûrgiliyên planê eşkere bike û got ku dê tevahiya axa Ukraynayê ya dagîrkirî ji Rûsyayê were paqijkirin.

Wî berpirsê hêzên rûsî hişyar kir ku tenê du rê li ber wan in: yan vekişin yan jî bên kuştin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rêxistîyê terorîstîya Daişê Ebu Umer Çîçanî hat kuştin

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 7 hezar dibistan, nêzîkî 2 milyon xwendekar û 126 hezar mamoste hene

Lalish Duhok

Li Kurdistanê 2 zarokên ecêb!

Lalish Duhok