شبكة لالش الاعلامية

Mamostayekê‌ zanîngeha Silêmaniyê:Bingehê‌ Laliş şaşyên li ser Êzdiyan hatîne nivîsîn rastvekrine

Mamostayekê‌ zanîngeha Silêmaniyê:Bingehê‌ Laliş şaşyên li ser Êzdiyan hatîne nivîsîn rastvekrine
Tora Laliş:
Dr.hêmin Baqr, mamostayê‌ zanîngeha Silêmaniyê‌ ye û nivîserê‌ pertoka (Ceste le aynî Êzdî û Kakeyî da)ku yek ji weşanên Bingehê‌ Laliş yên vê‌ dawyê‌ bûye behs li naveroka pertoka xwe dike û diyarkir, rolê‌ Bingehê‌ Laliş di girngî pêdana bîrûbawer û edebê‌ dînê‌ Êzdiyan da bilind dinrxînm û cihê‌ rêz û pêzanînê‌ ye û rolekê‌ mezin di nasîna dîroka Êzdiyan da hebûye û karye şaşyên li ser Êzdiyan hatîne nivîsîn rastve biket.

Nivîserê‌ pertûka navbrî bo Dengê‌ Laliş dibêje :Bingehê‌ Laliş bi piştevanî ya komeka rewşenbîran karye aynê‌ Êzdiyan bi şêweyekî rast û drust û ekadîmî bi dete naskirin, eve di demekî daye gelek caran nivîserên Rojhelatnas û Areb û pişkek ji yên Kurdan jî bi şaşî û dûr ji rastyan pertûk li ser Êzdiyan di nivîsîn.
Dr.hêmin Baqrî gotjî Bingehê‌ Laliş dergehê‌ xwe yê‌ nivîsînê‌ bo hemû wan nivîser û rewşenbîrên cîhanê‌ vekriye ku vekolîn û nivîsînan li ser aynê‌ Êzdiyan binvîsin, eujî ji pêxemet xizmetkirina Êzdiyan û ev çende jî xaleka cihê‌ xweşhalyê‌ ye çinku karye hindek nerastiyên li ser Êzdiyan bi şêweyekî ekadîmî rastveket yên li ser Êzdiyan hatîne belavkirin.

Herwesa behsê‌ naveroka pertûka xwe kir û diyarkir, naveroka pertûka wî li ser cesteiye di aynê‌ Êzdiyan û Kakeyan da û peywendîya dinavbera aîyn û cesteyî da diyar dibe dîsan rolê‌ aynî hatye diyarkirin di bercestekirin û karîgerîya livînan û heta cilûbergan jî.

berdewam bû û got , her dinaveroka pertûkê‌ da hatiye diyarkirin ka mirovê‌ Êzdî çend keftiye li bin karîgerîya aynê‌ xwe û zêdebarî li berkirina cilûbergan jî ji layê‌ oldarên Êzdiyan ve hatiye behskirin çinku dinav Êzdiyan da pişkeka cilûbergan heyne taybetmendîya xwe ya hey û her oldarek li pey pileya xwe ya aynî li ber xwe diket.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Xortekî Kurd li Almanya di nav rûbarê Rhine de winda bû

Lalish Duhok

Şêx Şamo Sopasî ya Dr. Xensê kir ..

Lalish Duhok

Nûnera NYê êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir

Lalish Duhok