شبكة لالش الاعلامية

Li Şarya pertûka( Qirkirina Qebîleya basiyan)hate îmzakirin

Li Şarya pertûka( Qirkirina Qebîleya basiyan)hate îmzakirin

Tora Laliş:

Li rêkeftî (23\4\2023 ) roja yekşemmê, simînarek hate rêkxstin ji alyê Bingehê Laliş tayê Şarya ve lidor pertûka (Qirkirina Qebîleya basiyan ) ji alyê vekoler û nivîskar (Dawd Murad Xetarî), li hola Laliş 2 bi amadebûna mamosta, kesayetî û rewşenbîrên deverê bi taybet neviyên Qebîleya Basiyan.

Nivîserê pertûkê tîşk xiste ser pertûka xwe û bo amadebûyan behskir û herwesa egerên fermanên Êzdiyan dane diyarkirin û arîşeyên dikyomêntkirina belgenameyan gotin û xweya kir ev pertûke binyateke bo dukyomêntkirin û jêdereke bo nivîskar û vekoleran li pêşerojê ji xwera mifay jê wergirn.

Li dawyê dergehê pirsyar û danustandinê hate vekirin û vekolerî bersva hemû pirsyarên amadebûyan bi têruteselî da.

 

CH

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî zarokên nexweş ji bo tedawiyê dişîne derveyî welat

Lalish Duhok

Filmek li ser karesata Şingalê di be yê yekemîn di fîstevalek sînemayî yê nîvdewletî da li Duhokê

Lalish Duhok

Bingehê Laliş damezrêner û xebatkarên wexerkiriyên xizmeta Bingehî kirîn ji bîrnake

Lalish Duhok