شبكة لالش الاعلامية

Îro propagandeya gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê bi dawî dibe

Îro propagandeya gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê bi dawî dibe

Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e îro Şemiyê 27ê Gulana 2023an demjimêr 17:00 propagandeya gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê bi dawî bibe û amadekarî bo hilbijartinê bên kirin.

Berî niha Desteya Hilbijartinên Tirkiyê di rojjimêra hilbijartinê de ragihandibû, demjimêr 17:00 propagandeya gera dûyem a hilbijartina serokkomar ku di navbera Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan û Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu de tê kirin, bi dawî dibe.

Herdû berbijêr îro di dû demên cûda de berî demjimêr 17:00 peyamên xwe yên dawî di kanala fermî ya Tirkiyê TRTê de belav dikin. Li gor yasaya hilbijartina serokkomar, divê berbijêr ji sedî 50+1ê dengan bidest bixe. Eger ti berbijêrek wê rêjeyê bidest nexe, hilbijartin dikeve gera dûyem û merc e di dema 15 rojan de bê dûbarekirin.

Di gera dûyem de astenga %50+1 namîne û hevrikî di navbera dû berbijêrên herî bihêz de tê kirin ku berbijêrên yekem û dûyem in. Kîjan ji berbijêran dengê herî zêde bidest bixe, dibe 13emîn serokkomarê Tirkiyê.

Di gera yekem a hilbijatina serokkomariya Tirkiyê de, Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan %49.52ê dengan, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.88ê dengan û Berbijêrê Hevpeymaniya Ata Sînan Ogan jî %5.17ê dengan bidest xistibû. Ti berbijêrekî ji sedî 50 kom yekê dengan bidest nexist, lewra hilbijartina serokkomariya Tirkiyê di navbera Erdogan û Kiliçdaroglu de ma gera dûyem.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, piştî ragihandina encamên dawî yên gera yekem, dest bi çapkirina pisûleya nû ya dengdanê kir ku tenê wêneyên Erdogan û Kiliçdaroglu li ser in. Pisûle roja 18ê mehê gehiştin 156 balyozxane û nûnertiyên Tirkiyê li 73 welatên cîhanê û deriyên sînor ên bejayî, esmanî û deryayî.

Heta niha di proseya dengdana derve û deriyên sînor de, yek milyon û 912 hezar û 687 kesan deng dane. Proseya dengdanê li deriyên sînor wek hilbijartina giştî demjimêr 17:00ê roja 28ê Gulanê bi dawî dibe.

Di gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê de mafê dengdanê yê 64 milyon û 163 hezar û 899 kesan heye. Her di gera dûyem de, 49 hezar û 958 kesên din bo yekem car mafê wan ê dengdanê dibe. Li girtîgehan 53 hezar û 172 hezar kes dikarin deng bidin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li kampa Mam Reşan Laliş Şingal bi boneya roja cilên kurdî şahiyek li dar xist.

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Mihemed Bin Zayid kir

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyê ya Şêx Ehmed Xeylanî peyameke sersaxiyê belav kir

Lalish Duhok