شبكة لالش الاعلامية

Almanya ji bo wergirtina penaberan dê asankariyan bike

Almanya ji bo wergirtina penaberan dê asankariyan bike

BasNews – Parlamentoya Almanyayê biryareke nû pesend kir ku hêsankariyê ji bo hatina koçberan dike, bi taybetî ku niha Almanya ji kêmbûna destê kar ve dinale.

Piraniya endamên Parlamentoya Almanyayê deng dan yasaya sererastkirî ya li ser koçberan, ku hêsankariyê ji bo wan koçberan dike li Almanyayê kar bikin.
Li gor yasaya nû ya Almanyayê, ku wek sîstema Kanadayê ye, ronahiyê dixe ser faktorên girîng ên wek şiyan û bawername û ziman.

Wezîrê Aboriyê yê Almanyayê pêşwazî li vê biryarê kir û tekez kir ku kêmbûna karkeran yek ji qeyranên sereke yên welat e.
Bi salan e li Almanyayê kêşeya kêmbûna destê kar heye, bi taybetî di sektorên geştyarî, tendirustî û bînasaziyê de, di sala 2022an de nêzîkî du milyon derfetên kar li Almanyayê hebûn.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dijeterora Kurdistanê: Şehîdkirina Emîn Îse berdewamiya kiryarên dijmirovahî yên PKK’ê ye

Lalish Duhok

Bi wêne..Koçberiya milyonî ya buhara 1991ê dema Kurdan nexwestin di bin desthiladariya dagîrkeran de bijîn

Lalish Duhok

YBŞê li Şingalê êrişî tîma Rûdawê kir

Lalish Duhok