شبكة لالش الاعلامية

Wezîrê Karubarên Pêkhatan û Serokê Bingehê Laliş rewşa Êzdiyan gotûbêjkirin

Wezîrê Karubarên Pêkhatan û Serokê Bingehê Laliş rewşa Êzdiyan gotûbêjkirin
Tora Laliş ya mediyaî /Duhok

Wezîrê Karubarên Pêkhatan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Eaydn Meruf, bi yawerya şandekî seredana Bingehê Laliş li Duhokê kir.

Li roja pênc şembûyê 20î tîrmeha 2023,berêz”Eaydn Meruf” Wezîrê Karubarên Pêkhatan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi yawerya şandekî seredana Bingehê Laliş li Duhokê kir û ji alyê berêz”Seîd Cirdo”Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş û endamên desteya bilind ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê herdû alyan çendîn mijarên grêdayî rewşa Êzdiyan ve gotûbêjkirin.

Di layekê dî da Eaydn Meruf rolê Bingehê Laliş bo xurtkirina pêkvejiyanê û bizava rewşenbîrî û xizmeta pêşkêşî civaka Êzdiyan diket berz û blnd nirxand.

Herwesa li dawya seredanê da Wezîrê Karubarên Pêkhatan bi birwanameyeka rêzlênanê li ked û xebata endamên Desteya Bilinda Bingehê Laliş girt .

CH

 

     

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Herêma Kurdistanê û Şahê Urdinê îro dicivin

Lalish Duhok

Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê: Tevahiya diravê genim yê sala 2020 gihîştiye destê me

Lalish Duhok

Kemal Tolan: Kermkin li ser pêkvejiyana ku , di nav qewl û ilimdarên Êzdiyan de hatiye û têye naskirin bifikirin!

Lalish Duhok