شبكة لالش الاعلامية

Berê binyatê ji bo gundê Koço tê ava kirin

Berê binyatê ji bo gundê Koço tê ava kirin

Xanî News:

Qaîmmqamê navçedariya Şengalê ragehand, berê binyatî bo dirustkirina gundekê nû bi navê Koço dê were danan, ku berî 9 salan ew gund jialiyê tîrorstên DAIŞ ve hatbû wêrankirin.

Nayf Seydu Qaîmmqamê navçedariya Şengalê bi wekalet diyarkir, gundekê nû bi navê Koço li Şingal bo xelkê gundî wê were dirustkirin, gundê kevn jî dê weku şûnwar bimîne daku her kesê seredana Koço bike, bi çavên xwe bibînît tîrorstên DAIŞ çi bi ser xelkê wî gundî aniye.

ew yek jî  da xweyakirin, dû saze wê dest bi drustkirina gundê nû yê Koço bikin û hemû xizmetguzarîyan dinav wî gundîda dabîn bikin.

Tê zanîn, li 15-8-2014ê tîrorstên DAIŞ yek hzar û 250 kes ji gundê Koço desteserkirin, dinav 17 gorên bi kom da gulebaran kirin û bi tenê 19 kes bi brîndarî ji wan goran derkevtin û hatin rizgarkirin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî û James Jeffrey şerê li dijî DAIŞê gotûbêj kirin

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî Pêşangeha Pîşesazî û Berhemên Navxweyî dibe

Lalish Duhok

Sazeyeka europî seredana bingehê‌ laliş li Duhokê‌ kir

Lalish Duhok