شبكة لالش الاعلامية

Mîrê Kurdên Êzidî û rayedarên Amerîkî derbarê rewşa Êzidiyan de dicivin

Mîrê Kurdên Êzidî û rayedarên Amerîkî derbarê rewşa Êzidiyan de dicivin

 Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn bi serdanekê li Amerîkayê ye û biryar e ligel revenda Kurdên Êzidî û rayedarên Amerîkî bicive û derbarê rewşa Êzidiyên nişteciyên kampan û komkujiya Êzidiyan de gotûbêj bikin.

Îro Sêşemê 15ê Tebaxa 2023an, Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn gihişte bajarê Detroit ê eyaleta Michingan a Amerîkayê û biryar e ligel revenda Kurdên Êzidî û revenda Kildaniyên Iraqî bicive.

Her di vê serdana xwe de biryar e di rojên bê de serdana eyaleta Nebraska bike, ku mezintirîn revenda Kurdên Êzidî li wir niştecî ne, herwiha li Washingtonê ligel rayedarên Amerîkayê li ser rewşa Êzidiyên nişteciyên kampan, komkujiya Êzidiyan, revandina keç û jinên Êzidî biaxivin, ku piştî salên 2014 heta 2017an DAIŞê bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin û çarenûsa bi hezaran ji wan, hîn jî nayê zanîn.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ku niha bi serdanekê li Amerîkayê ye, ji Kurdistan24ê re eşkere kiribû, heta niha zêdetirî 300 hezar koçberên Êzidî li Herêma Kurdistanê bicih bûne û di kampan de ne.

Roja 3ê Tebaxa 2023an, Wezareta Derve ya Amerîkayê di salvegera komkujiya Êzidiyan de piştgiriya Amerîkayê ji bo kesûkarên qurbaniyên Êzidî dubare kiribû û ragihandibû, ew berdewam dibin di guvaşên xwe de ji bo pêkanîna dadperweriyê.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Jenosîda Şingalê hîn bi dawî nebûye

Lalish Duhok

Viyan Dexîl: Divê parlementoya Iraqê qanûnek bo derxistina PKKê li Şingalê derxîne

Lalish Duhok

Peyama Serok Barzanî bi boneya 53 saliya Peymana 11ê Adarê

Lalish Duhok