شبكة لالش الاعلامية

Encûmena wezîran derbarê pêşhatên dawî yên di warê cîbicîkirina yasaya bûdceya federalî û rewşa mûçeyan de civiya

Encûmena wezîran derbarê pêşhatên dawî yên di warê cîbicîkirina yasaya bûdceya federalî û rewşa mûçeyan de civiya

Encûmena Wezîran bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de civiya û çend mijarên girîng gotûbêj kirin.

Îro çarşemî 06.09.2023 bi, serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.

Di madeya yekem a civînê de pêşhatên dawî yên di warê cîbicîkirina yasaya bûdceya federalî û rewşa mûçeyên Herêma Kurdistanê û encamên civîna dawî ya şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel hevtayên xwe yên li Bexdayê hatin gotûbêjkirin. 

Di xala duyemîn a civînê de jî protokolên hevpar ên Wezareta Şaredarî û Geştiyaryê, Desteya Giştî ya Geştiyariyê û Wezareta Darayî û Aborî hatin pêşkêşkirin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

DAIŞê bi zarokên çekdar 5 dîlên Kurd şehîd kirin

Lalish Duhok

Konê Reş :Sofiyê Pêşmerge

Lalish Duhok

Termê Mîr Tehsîn Beg dê hefteya bê derbasî Kurdistanê bê kirin

Lalish Duhok