شبكة لالش الاعلامية

Papayê Vatîkanê peyamekê arasteyî malbatên qurbaniyên Hemdaniyê dike

Papayê Vatîkanê peyamekê arasteyî malbatên qurbaniyên Hemdaniyê dike

 Papayê Vatîkanê bi rêya Wezareta Derve ya Vatîkanê pirse sersaxiya xwe arasteyê malbatên qurbaniyên bûyera Hemdaniyê kir û piştevaniya xwe ji wan re ragihand.

Papa Fransîs di peyama xwe de pirse sersaxiya xwe arasteyê malbatên qurbaniyên bûyera Hemdaniyê kir û hevsozî û piştevaniya xwe bo civaka Siryanî û qurbaniyên wê bûyerê nîşan da.

Papa Francis di vê dema bi êş û azar de tekezî li girîngiya yekrêzî, dilovanî û aramiyê dike.

Derengê şeva 26ê Îlona 2023an, li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket, di encamê de jî zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên agirkuj û bijîşkî raspardin ku alîkariya birîndaran bikin û heta niha hejmarek birîndar bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine veguhestin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

rê û resmên cejna Xidir Alîas çawa tên gêran li vir bi zane

Lalish Duhok

Şanoyeke tiracîdî, keç û jinên girtî yên êzdî rizgar ken

Lalish Duhok

kurte filmek li dor karesata şingalê hat pêşkeş kirin

Lalish Duhok