شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî ji bo gihandina sersaxî û hevxemiya xwe serdana Konsulxaneya Kuweytê kir

Serok Barzanî ji bo gihandina sersaxî û hevxemiya xwe serdana Konsulxaneya Kuweytê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî bi mebesta gihandina sersaxî û hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê, serdana Konsulxaneya Kuweytê li Hewlêrê kir.

Serok Mesûd Barzanî îro 18.12.2023 serdana Konsulxaneya Kuweytê li Hewlêrê kir û pirse û hevxemiya xwe bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebah, ji gel, serkirdatiya Kuweytê û Konsulê Giştî yê Kuweytê li Hewlêrê Osman Dawûd El-Dawûd re ragihand.

Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Sebah roja 16.12.2023an di 86 saliya xwe de koça dawiyê kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Hewlêrê bi boneya Roja Cîhanî ya Jêhatîbûna Ciwanan çalakiyek hat sazkirin

Lalish Duhok

Li Qamişlo zarokan ji bo mafê xwe kampînek destpê kirin

Lalish Duhok

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta cejna Newrozê

Lalish Duhok