شبكة لالش الاعلامية

Wezareta Saxlemiyê: Ewên Destê Wan bi Ava Paqij Nekevit Dê Tûşî Kolêrayê Bibin

Wezareta Saxlemiyê: Ewên Destê Wan bi Ava Paqij Nekevit Dê Tûşî Kolêrayê Bibin

 

 

     

Tora Laliş

Wezareta Saxlemiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye: Nexweşiya kolêrayê dê bête çareserkirin û destnîşankirina pêşwext jî bo vê nexweşiyê geleka girînge. Herwiha diyar kiriye ewên tûşî vê nexweşiyê dibin, pirtir ew in yên ku destên wan nagehine ava paqij ya vexwarinê.

Wezareta Saxlemiyê wekî rênmayiyek û hişyarkirinek bo welatiyên belav kiriye, kolêra nexweşiyeke zehmet ya zikçûnê ye ku ji egerê hewkirina bakteriyayê peyda dibit û ev nexweşiye bi rêka xwarinên pîs yan vexwarina ava pîs belav dibit. Gelek caran gelek ji wan kesên tûşî kolêrayê dibin çi nîşanên nexweşiyê li ser wan dernakevin, lê hindekên dî tûşî zikçûnê û vereşandinê û girjbûna masûlkan, herwiha hişkbûna leşî û hişkbûna devî, têhnbûna zor û sergêjbûnê dibin û eger neyête çareserkirin renge bibe egerê mirinê.

Herwiha dibêjit, ewên zêdetir di metirsiya tûşbûna nexweşiya kolêrayê da ne, ew in yên ku li wan deveran dijîn ku paqijî têda xirabe û destragehiştin bi ava paqij têda sînordare.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Gul û kulîlkên Kurdistanê li Swêdê têne çandin

Lalish Duhok

Di zivistanê de çîroka hespên serberdayî

Lalish Duhok

Bîh şîrê dayikan zêde dike

Lalish Duhok