شبكة لالش الاعلامية

Mamostayên zanîngeha Dihokê bandora tîrêjên (X) li ser laşê mirov îsbat kirine

Tora laliş

Hejmareka mamostayên zanîngeha Dihokê yekem belgeyên zanistî yên îsbatkirî li ser bandora tîrêjên (X) li ser fîzyolojiya laşê mirov belav kirin.

Di lêkolîneke nû ya zanistî de ku ji aliyê hejmarek mamostayên kolîja pizîşkî ya zanîngeha Dihokê ve hatiye encamdan, tê dîtin ku karmend û pizîşkên ku di warê tîrêjên (X) de kar dikin, bi sedema rûbirûbûna tîrêjên(X), guhertinên berçav di derdana hormonên tîroîdê de çêdibin.

Lêkolîn li ser karmend û diktorên navenda kateterîzasyona dil li nexweşxaneya Azadî ya Duhokê hatiye kirin û di govara AIMS Biophysics de hatiye weşandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Pertoka( DI ÊZDIYATIYÊ De RÊNÎŞANÊN MIRINÊ)dê ête weşandin

Lalish Duhok

Toyota nêzîkî 3 milyon tirumbêlên xwe ji bazarê vedikşîne

Lalish Duhok

Xwebexşeke Holandî pisîkên birîndar ên şerê Sûriyê xwedî dike

Lalish Duhok