شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo:Rêkxirawa Musilmana bi Êzidiyan re hevxeme

Şêx Şamo:Rêkxirawa Hevkarîya Musilmana bi Êzidiyan re hevxeme

Lalish Media Network / taybet

Endamê perlemanê Kurdistanê berêz Şêx Şamo li peytextê Kurdistanê bi berêz Ayad Medenî re sikirtêrê giştî yê rêkxirawa Hevkarîya Musilmana li cîhanê civîn pêkanî anî u têda bi têr u teselî basê Êzidîyan hate kirin ..

Şêx Şamo di wê civînê da ku berêz Kerîm Şingalî wezîrê navxoyê Hikometa Herêma kurdistanê amedebibû basê hêrişên teroristiyên Dahiş bo ser devera Şingal u kuştin u wêrankirin u revenda Keç u Jin u zarokên Êzidîyan kir u got mixabin wan li ser navê Dînê Îslamê ev yek pêkanîn u mal u war u devera Şingal dagîr kirin u wêrankirin ..

Şêx Şamo ku hevdem serokê desteya bilinda bingehê Lalişe ji bo Medenî xweyakir ku Êzidî u Ola Êzidîyan xwedî Kiltur u bîr u bawerên xwedî perêzên u dûrin ji tund u tujiyê u herdem em bi cîranên xwere bi Aştîne ..

ji layek din ve Şêx Şamo ji sirkirtêrê Rikxirawa Musilmanan daxawz kir ku namekê ya dilnîyabûn u hevxemiyê  ji bo Êzidiyan bişîne . ji bal xweve Ayad Medenî li ser navê rikxirawa Musimanên Cîhanê hevxemîya xwe anî ziman u got emê herdim bi werebin u li dijî şer u tund u tîjiyê bin , got jî berîya neha me lêdwan derxistine ku Dahiş teroristin u dûrin ji Îslamê ..

tê zanîn Ayad Medenî sikirtêrê rikxirawa Hevkarîya Musilmanan serdana Kurdistanê kir bû ji bo hevdîtin digel serkirdayetîya Kurdistanî ..

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

bingehê laliş hoşdaryê didet ji pîlanêt çepel ji bo têkel kirina kaxeza Şingalê

Lalish Duhok

Bingehê Laliş xortê Êzdî yê pileya çarê li ser astê Asiyayê bidestxistî xelatkir

Lalish Duhok

Şingal…Goreke bi kom a êzîdiyan hat dîtin

Lalish Duhok