شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Kurdên Îzdî nimûneya berxwedana gelê Kurdin

Serok Barzanî: Kurdên Îzdî nimûneya berxwedana gelê Kurdin 

çavkanî – Kurdistan tv

Serokê Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Kurdên Îzdî kir.

Bi minasebeta hatina cejna Çarşema sur ya Kurdên Îzdî Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi minasebeta hatina cejna Çarşema sur gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên Îzdî yên li Kurdistan û cîhanê dikim, Kurdên Îzdî hertim nimûneya ber çav ya berxwedana gelê Kurd bûne û her çend bi her awayî hewleke gelek zêde ji bo ji nav birina wan hatine dayîn, Kurdên Îzdî karîne bi awayekî qehremanane berxwedan bikin û zilm û stemkariya rejîmên Îraqê nikarîn nasnameya Kurdatî ya Kurdên Îzdî ji nav bibe.

Mixabin piştî hilweşandina rejîma Besê jî hin kes û alî hembûn ku hewl didan Îzdî ji nasnameya Kurdatiya xwe dûr bixin, lê Kurdên Îzdî bi sebilind bûn bi nasnameya xwe tevahiya wan hewldanên han pûç kirin û ez di vê baweriyê deme ku ti hewl danek nikarê Kurdên Îzdî ji gelê Kurd veqetîne.

Hêvî dikim ev cejn û tevahiya cejnên we di bin siya azadî û aramî de bi xweşî werin derbaskirin û hertim di nava şadî û aramî de bin.

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şingal…Rêxistinek wê çar hezar awahiyan ava bike

Lalish Duhok

Lalish Sinonê hin pêdivî bi Dibistana Jim Mashkou peyda dike

Lalish Duhok

Şêx Şamo seredana dû birîndarên Pêşmergên Fermenda Şingal kir

Lalish Duhok