شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: xizmetkirina birayên Êzidî erkê netewî û nîştimanîyê me ye

Hewlêr (PNA) – Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwazî li Babe Şêxê Êzdiyan li Selaheddînê kir û diyar kir ku xizmetkirina birayên Êzidî erkê me yê netewî û nîştimanî ye. 

Duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya heyeteke oldarên Êzidî bi Serokatiya Babe Şêxê Êzdiyên devera Şêxanê kir.

Di hevdîtineke de Babe Şêx sipasiya Serok Barzanî kir bo ev hevdîtina han û behsa kêşe û giriftên êzdiyên nîştecêh li deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê kir û daxwaz ji Serok Barzanî kir hevkarî û piştgîriya wan êzdiyan jî bike û kêşeyên wan jî çareser bike.

Babe Şêx di beşeke din ji axaftinên xwe de piştgîriya êzdiyan bo Serok Barzanî û Partiya Demorkat a Kurdistanê û prosesa hilbijartinan û helwestên Serok Barzanî yên li hember Bexdayê jî diyar kir.

Li hember de jî Serok Barzanî ji bilî bixêr hatinkirina heyeta mêwan spasiya helwestên heyeta mêwan kir û got: Xizmetkirina birayên Êzidî erkê me yê netewî û nîştimaniye.

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Du jin û zarokekî Kurd ên Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Lalish Duhok

Vîyan Dexîl: Hebûna PKKê li Şingalê gefeka mezine

Lalish Duhok

Parlamentoya Brîtanyayê daxwaz ji hikûmetê dike jenosîda Kurdên Êzidî nas bike

Lalish Duhok