شبكة لالش الاعلامية

Rêkxrawa Dak wê rawestyaneke aştyane ancam bide

Rêkxrawa Dak dê rawestyaneke aştyane bo rizgar kirna keç û kûrên êzidyan ancam det

Veguhastin \Çinar Şemo

Çend rêkxrawên jinan li Hawlêrê piştevanya xo bo rêkxrawa dak bo geşepêdana jina êzidî dupat di kin , ji bo sazdana rawestyaneke aştyane li berdem UN bi helkefta borîna salekê li ser karesata Şingalê .

Berpirsa rêkxrawa navbirî (Suzan Sefer) bo dengê laliş got : bi helkefta borîna salekê li ser karasata Şingalê û ji bo bîr anîna vê karesatê li rêkeftî 3/8/2015 bi beşdarîya çend rêkxrawên jinan dê rawestyaneke aştyane li berdem UN li hewlêrê encam deyn û têda dê daxwaz keyn keç û jinên Êzidîyan yên heta niha di destên tîroristên Da’ş de mayîn wern azad kirin .

Navbiryê ew jî da dîyar kirin ku eger her bizaveke ji bal Hikumeta Herêmê û Iraqê û wellatên cihanê bo rizgar kirina keç û jinên Êzidîyan hatbite kirin ne li astê pêtvî buye , her wesa di vê çalakîyê de dê daxwaz keyîn ji rêkxrawên nîv dewletî bitir fişarê bikine ser Hikumetên welatan bo azad kirina revandîyên Êzidî

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dû mamosta ji zankoyên biyanî li hembêza peristgeha laliş bûne mêhvan.

Lalish Duhok

80 koçberên Kurdên Êzidî yên li ser sînorê Tirkiye-Yunanistanê asê mabûn hatin rizgarkirin

Lalish Duhok

Gundiyê Kelhokê Meclisa xwe avakirin

Lalish Duhok